Bi Kurdî Biaxivin, Bi Kurdî Bixwînin, Bi Kurdî Binivîsin, Û Bi Kurdî Bijîn.![]() JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE. Em, îro bi minasebeta "21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê" li gel hev in. Ziman ji bo pêşketina civakê hîmekî bingehîn e. Lewma perwerdehiya zimanê zikmakî ji bo çandnasîn û çandzanîna di navbera qirnan de pêwîste. Ji ber vê yeke Rêxistina Çand, Zanîn û Perwerdehî ya Neteweyê Yekbûyî (UNESCO) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê wekî ”Roja Zimanê Zikmakî” ya navnetewî pejirand. ”21 Sibatê Roja Zimanê Zikmakî” cara ewilî di sala 2000 de, li her derê cîhanê ji bo piştgirîya çand û jiyana pirrengî hatiye pîroz kirin. Di çarçoveya mafên mirovan de ji bo parastina zimanên cihê yên cîhanê, pirzimanî ku mafê zimanê dayikê û balkişandina ser wê xalê, dibe xwedî rojek e girîng. Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ne tenê pêdiviya parastina ziman îfade dike, di heman demê de dixe bîra mirov ku divê rêz li taybetmendiya her zimanî bê girtin. Ev roj ne tenê ji bo parastina ziman, di heman demê de ji bo balkişandina li ser girîngiya cihêrengiya ziman û pirzimaniyê jî xwedî girîngiyeke wiha mezin e. Ev biryara Unescoyê, bû banga parastina zimanên cuda yên cîhanê û pêşîgirtina li hember pişaftinê. zimanê zikmakî parçekî jêneger ya jiyana civakî ye. Ji ber vê yekê jî dema qedexe li zimanê zikmakî yê kesekî dibe, ew kes şert û mercê xwebûnê jî winda dike. Di cîhanê de perwerdehiyên ne pirzimanî astengiyên derûnî, pedagojîk û zimanî li ser pêvajoya perwerdehiyê çê dike. Tunebûna zimanan, windabûna pirengiya zimanan, astengiyên li ser pêşketina zarokan ji çend neyiniyên modela yek zimanî ye. Îro Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî li seranserê cîhanê bi çalakiyên curbecur tê pîrozkirin. Di vê rojê de Unesco her sal bi mijareke cuda destnîşan dike û gelek rêxistin, komeleyên çandî û civakên herêmî li çaraliyê cîhanê hewl didin bi pejirandina vê rojê hişyariya ziman û çandî bilind bikin. Di cîhana îroyîn de cihêrengiya zimanan her ku diçe dikeve bin xetereyên mezin. Gelek ziman ji hêla civak û gelên ku bi hejmara xwe di kêmasiye de mane ve ku tê axaftin, ji ber serweriya zimanê serdestan û teknolojiya heyî, gelek ziman di bin bandora vê gerdûnbûna pişaftinê de dikeve nava xetereyek e mezin û ber bi windabûnê ve diçe. Roja Zimanê Zikmakî ya Navnetewî tîne bîra mirov ku ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, mîrateyek girîng e ku nasname û çanda gelan pê re hildigire. 21’ê Sibatê peyama ku divê zimanên cuda û cihêrengî bê parastin çiqasî bihewîne jî, gerek bi vê rojê tenê sînordar nemîne û her rojan bike rojên ziman. Bi taybetî zimanê kurdî ku li ber xetere û astengiyên mezin ên pisaftinê li ber xwe dide, divê li asta cîhanê biqîre da ku bibe zimanê perwerdehiyê û bi perwerdehiya zimanî re pirzimaniyê jî teşwîq bike. Wendakirina zimanekî çawa tê wateya tunebûna çandan û neteweyan, ji bo zimanê kurdî jî heman tişt derbas dibe û dibê parastina ziman bi her cûreyê jiyanê re ku dewlemendiya ziman e, bê axaftin û rave kirin. Em dizanin! pirsgireka ku ev sed sal in weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên pişaftin, zext û zoriyên ku li ser çand û zimanê Kurdî tên meşandin in. Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avabûna komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşiya azadiya zimanê Kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û Zimanê Fermi. Ji hundirê mala xwe heta sûk û kolanan, ji gundan heta bajaran, û bi taybet jî dayikên têkoşerên dildarên ziman bi zarokên xwe re, ji saziyên sivîl heta saziyên siyasî, ji siyasetmedar, rewşenbîr û zanayan heta xwendekar, karker û cotkaran… li her derê û bi her kesî re divê em bi zimanê xwe bipeyivin. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecan li zimanê xwe xwedîderkevin û nirxên xwe yên neteweyî bi parêzên. Em baş dizanin ku Ziman ji bo miletekî mijara hebûn û tunebûnê ye. Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanan, li dibistanan, li nexweşxaneyan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê, li zimanê xwe ê zikmakî xwedî derkevin û; Bi Kurdî Biaxivin, Bi Kurdî Bixwînin, Bi Kurdî Binivîsin, Û Bi Kurdî Bijîn. Bi van hestan careke din bi coş û bi kelecan 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî Ya Cîhanê, li hemû Gelan û bi taybet jî li gelê xwe Pîroz dikin... PLATFORMA KED Û DEMOKRASIYÊ YA MÊRDÎNÊ |
67 kez okundu |
Yorumlar |
Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın |