• Anasayfa
  • Favorilere Ekle
  • Site Haritası
Üyelik Girişi
Site Haritası
Takvim
KESK ONURUMUZDUR..!

BİRLİKTEYKEN DAHA GÜÇLÜYÜZ!

EĞİTİM SEN'Lİ OLMA ZAMANI
PERFORMANSA, SINAVA HAYIR!
1 EYLÜL DÜNYA BARIŞ GÜNÜ
5 EKİM DÜNYA ÖĞRETMENLER GÜNÜ

15'ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî

Îro 15 ê Gulanê Cejna zimanê Kurdî ye.  Di 15 ê Gulana 1932 yan de Celadet Alî Bedirxan û hevalên xwe Bi kovara Hawarê cepheyek ji zanîn, perwerde, edebiyat û ziman li hember hemû neyar û dagirkerên Kurdistanê vekiribûn ev kovar di nav şert û mercên gelek dijwar de hate derxistin.  Lewra di wê demê de Serhildana Şêx Seîd û Agiriyê têk çûbû . Kurdîstan hatibû parvekirin. Ji aliyekî din ve kurd û zimanê Kurdî dihat înkarkirin. Kovara Hawarê ji sala 1932 yan heta 1943 yan 11 salan 57 hejmar çap bûn.

Ji ber vê 15 ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî hatiye qebûlkirin. 

Ev dewleta ku endamê Yekîtiya Netewan e û berendamê Yekîtiya Ewropa ye bi rihetî dikare navê gundan biguhere, navê çiyayan, ên çeman, ên nebadat û heywanetan biguhere û ne Yekîtiya Ewropa ne jî Yekîtiya Netewan ji wan re nabêjin hûn bêbext in, kiryara hûn dikin jenosîd e, qetliam e nîjadperestî ye.

AKP ya ev 13 sal e li Davosê, li Almanya, li Danîmarkayê nerazîbûna xwe tînin ziman ku Tirk li Ewropa çanda xwe û zimanê xwe ji bîr dikin bê şerm û bê fedî çi eşkere çi bi dizî heman polîtîkaya pişaftin û înkarkirinê dimeşînin 

pêvajoya siyaseta inkar û asimilasyonist a  dirêj, bûye sedemê birîndarîya zimanê Kurdi

  Neteweyên Yekbûyî, UNESCO, OSZE û Konseya Ewropayê de hin peymanên navneteweyî yên ku di derbarê mafên bingehîn, li ser kêmarî û bikaranîn û perwerdehiya zimanê zikmakî de hatine qebulkirin,

Komara Tirkîyê  divê peymanên navnetewî bipejirîne, ku maf û azadîyên bikaranîna zimanan diparêze

Daxwaza me ya ji gelê Kurdistanê jî ew e ku ;ji bo xwedîlêderketina zimên,di jiyana xwe ya rojane de, di dan û stendinan de û hetta rabûn u rûniştina xwe de  zimanê Kurdî bi kar bînin. Bila neyê jibîrkirin ku mirov bi nasnama xwe heye, nasname jî bi ziman heye. Zimanê me  têk biçe wê nasnama me jî têk biçe. Em ê li ser vê parzemînê bêqîmet û bêrûmet bibin.

 

 

Ku zimanek di nav malê de di jiyana civakî û bazirganî de, di perwerdehiyê û çapemeniyê de neyê bikaranîn ew ziman ber bi mirinê ve diçe. Di rewşek weha de ên bê deng bimînin jî neyarên ziman in.

Ji bo em kurd zimanê xwe xurt û geş bikin divê her kesek wek saziyekê bixebite. Ji hêlekê ve ji bo ku zimanê me bibe zimanê perwerdeyê dîvê em bixebitin,  Pêvajoyek de-facto û fîilî bimeşînin û derbendên dewleta Tirk pûç bikin, Kurdî ji destê hûtan rizgar bikin

Îro ro Kurd, xwedî parlamenter in. Kurd xwedî şaredarî ne, xwedî dezgeh û sazî ne.

Divê kurd ji bo birînên ev serê 90 salî ye di laşê Kurdî de vebûne derman bikin:

Ji bo vê jî divê kongreyek Kurdî li dar bikeve

Divê Kurd dest bi elfabeyek yekgirtî bikin.

Li Bakur çalakiyek  xurt û domdar li dar bixin; ji bo hînbûn, xwendin û nivîsandina zimanê kurdî

Pêwist e dezgeh û rêxistinên me xwendin û hînbûna zimanê kurdî teşwîq bikin.

 

Cejna Zimanê Kurdî li hemû Kurdîhezan pîroz be.

 

Kurd        Kurdî              Kurdîstan

 

TZP Kurdi -  Ş bajarê mezin - Şaredariya Art. - DBP  - HDP 

KESK  -   MEYA DER -  KJA -  DAYIKÊN AŞTIYÊ

                                                      



1409 kez okundu

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu yapmak için tıklayın
KESK'ten Haberler
Ziyaret Bilgileri
Aktif Ziyaretçi2
Bugün Toplam54
Toplam Ziyaret299124
Hava Durumu
Saat
ANADİLSİZ EĞİTİM OLMAZ
DAHA GÜZEL BİR DÜNYA İÇİN EĞİTİM SEN'DE ÖRGÜTLEN
10 EKİM ANKARA KATLİAMI!
FAŞİZME, DARBELERE VE SAVAŞA KARŞI BARIŞ VE DEMOKRASİ İSTİYORUZ!
21 MART NEWROZ KUTLU OLSUN!
EŞİT VE ÖZGÜR YAŞAMAK İSTİYORUZ!
1 MAYIS
BİRLİKTE DEĞİŞTİRECEĞİZ